LI BAJARÊ BABÊ TEVLIHEVÎ BERDEWAM DIKE

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kuştin, îşkence û talanî belav dibe.
Li Babê di van demên dawiyê de ji ber hêrsa gel a li dijî çeteyên dewleta tirk rewşek awerte heye.
Şevê din jî li bajar teqînek pêk hat. Niha li herêmê.

Li herêmên ku dewleta tirk li Sûrî dagir kirine rêjeya tevlihevî ,bê aramî û talaniyê lê zêde bûye.

Efrîn, Minbic, Cerablus û Bab mînakên vê yên herî berbiçavin.

Li bajarê Babê di van her dû rojên dawî de di navbera çeteyên Tirkiyê û malbatên herêmê de şer rûdide.

Li gundê Terhîn di navbera çeteyên Ehrar Şerqiye û xwediyên parzûnxaneyên petrolê de nakokî derket.

Piştî ku çeteyên Ehrar Şerqiye pere ji xwediyên parzûnxaneyan xwest duh şer derket.

Xwediyên parzûnxaneyan praniya wan ji bajarokê Sefîra ne û ew jî di nava çeteyan de ne.

Çeteyên Ehrar Şerqiye di wî şerî de çekên giran bi kar anîn û kampên nêzî cihê parzûnxaneyan li gundê Tirêhîn, kir hedef.

Di encama şer de çeteyekî Ehrar Şerqiye hate kuştin.

Çeteyan jî bi dehan sivîlên di kampan de girtin.

Çeteyan kesên ku girtine, îşkence li wan kir û li beramberî berdana wan pere ji malbatên wan xwest.

Her wiha li tevahî bajarê Babê û gundewarên wê tevliheviyek di tevgera li sûk û kolanan de heye.

Şevê din nêzî saet 23:00’an li taxa Merto ya aliyê rojhilatê bajêr mayinek ku di çopxaneyekê de hatibû bicihkirin, teqiya.

Di encama wê de tu zerarên mirovî çênebûn.

Heman şevê di navbera xwediyên dikana pereyan ê bi nave Rezûqa Abo Şehabî û çeteyê bi nave Xalid Osman de yê bi nave “Hirî” tê naskirin û serçeteyek ji komeke çeteyên girêdayî çeteyên Sultan Murad e , şer derket.

Di encama wê de sivîlek hat kuştin û 4 kes ji herdû aliyan bi giranî birîndar bûn.

Di saetên berbanga sibê de karwanên leşkerî yên çeteyên Artêşa Wetenî bi hinceta ku şer bisekinîne li nêzî mala Rezûqe belav bûn.

Li bajarê Babê tevlihevî dewam dike, çavkaniyên herêmî diyar kir ku heta van kêliyan jî dengê guleyan li bajêr tê bihîstin.

Leave a Reply

Back to top button