FAO: Nirxê xurekê piştî 2 salan daket

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY (FAO) ragihand ku bihabûna di pêdiviyên xurekê de piştî 2 salan daketiye.
Lê ji ber Tirkiye û Îranê, ev reş li Iraqê berovajî dibe.
Li Iraqê îsal jî di warê çandiniyê de zorî heye.
Ji ber kêmbûna avê cotkar ji gundan berê xwe didin bajaran.

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand ku endeksa bihaya xurekê ya cîhanê di meha Gulanê de daket asta herî nizim a du salên dawî.

FAO’yê diyar kir ku ev kêmbûn ji ber daketina bihayê rûnên nebatî, ceh û berhemên şîr pêk hatiye.

Her wiha nirxê şekir û goşt jî zêde bûye.

Li gorî daneyên FAO’yê, endeksa bihayê ku di meha Nîsanê de 127,7 pûan bû, di Gulanê de daket 124,3 pûanan.

Piştî 2 salan ev daneya herî daketî bû.

Piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, di Adara 2022’an de endeksa bihayê li gorî Nîsana 2021’an ji sedî 22 zêde bû.

Bihayên genim gelekî kêm bûn.

Endeksa bihaya genim a FAOyê li gorî meha borî di Gulanê de ji sedî 5 kêm bû.

Tê payîn di dawiya 2023 û 2024’an de rêjeya xurekê ji sedî 1,7 zêde bibe û bigihêje 873 mîlyon tonî.

Ji ber Tirkiye ava Dîcle kêm kiriye li Iraqê çandinî lewaz bûye

Li aliyekî din, Iraq ji ber kêmkirina avê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve di nava zuhabûnê de ye.

Bi hatina werza havînê re, rewş hîna zehmetir bûye.

Herwiha cotkarên Iraqê ji ber kêmiya avê bi neçarî zeviyên xwe yên çandiniyê dihêlin û ber bi navendên bajaran koçber dibin.

Ev yek rasterast bandor li bihabûna xurekan dike.

Li gorî daneyên li ber dest, pêdiviya salane ya Iraqê ya bi avê digihe 50 milyar metrekup.

Lê ava ji Tirkiyê ve tê nav xaka Iraqê salane 18 milyar metrekupe.

Dewleta Tirk ya dagirker ava Çemê Dîcle bi rêya Bendava Ilisû ve digire û ava Çemê Firatê jî bi rêya Bendava Ataturk ve digire.

Dewleta Tirk pênc salin pişka ava Sûriye û Iraqê bi rêjeya %60 heta %70 ji çemên Dîcle û Firat didize.

Ev jî bandorek nerênî li ser jiyana milyonan xelkê her du welatan çêdike.

Back to top button