Li ber nûnertiya NY’î karanîna çekên kimyawî hat şermezarkirin

Li Silêmaniyê li dijî bi karanîna çekên kimyawî nerazîbûn hebûn.

Li Silêmaniyê li dijî bi karanîna çekên kimyewî komek çalakvan, nûnerên rêxistinan û welatiyan xwestin daxwaznameyek pêşkêşî Nûnertiya NY bikin.

Lê berpirsên nûnertiya NY’ê ya Silêmaniyê, daxwazname negirtin.

Lewra, li ber deriyê nûnertiya NY daxwazname ji çapemeniyê re hat xwendin ku tê de hat gotin:

“Wek gelê Başûrê Kurdistanê em bi zelal û eşkere dibînin ku dewleta Tirk di şerê li dijî gelê me bi taybetî li dijî şervanên azadiyê de çekên herî xirab bikar tîne.

Ji bona wê, divê civaka navdewletî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên qedexekirina çekên kimyawî li dijî van sucan xwedî helwest bin û bi berpirsyartiya xwe rabin.”

Her wiha daxwaz ji rêxistina qedexekirina çekên kimyawî hat kirin ku guh bide bangan û lêkolînê derbarê mijarê de bidin dest pê kirin.

Back to top button