Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118. de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin di roja 118’an de ye.
Di Nobeta Edaletê jî careke din çalakgeran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û gotin: “Heta polîtîkaya tecrîdê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 118 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Dîlgirtiyên azadiyê di daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd de bi îsrarin.

Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe wê têkoşîna me bidome

Bi heman awayî çalakiyên Nobeta Edaletê yên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pêkiriye jî dewam dikin.

Kesên tevlî Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku heta polîtîkaya tecrîdê bi dawî nebe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li Stenbolê rêveberên rêxistinên DEM Partiyê serdana çalakgeran kirin û piştgîriya xwe ya bi çalakiyê re anîn ziman.

Hevseroka DEM Partiyê ya Esenlerê Yildiz Eren di çalakiyê de bang li herkesî kir ku xwedî li têkoşînê derkevin.

Li Mêrdînê jî îro çalakî ji aliyê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve dewr hate girtin.

Ji endamê Komeleya Wejekarên Kurd Ahmet Çelîk serdana Nobeta Edaletê kir û anî ziman ku ew ê li cem malbatên ku çalakiyê didomînin bin.

Li Amed, Êlih û Wanê jî çalakî bi biryardarî dewam bû û beşdaran diyar kirin ku divê tavilê daxwazên girtiyan were bicîhanîn.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 111. de ye

Back to top button