Mark Esper:”NATO” qebûl kiriye ku operasyonên xwe li Rojhilata Navîn zêde bike

Amerîka ragihand ku lihevkirin çêbûye ku NATO’ê operasyonên xwe li Rojhilata Navîn zêde bike û li ser zêdekirina erkên wê li Iraqê nîqaş hene.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Mark Esper, di kongreyeke çapemeniyê de derbarê erkên NATO’yê li Rohilata Navîn axivî.

Mark Esper ragihand ku NATO qebûl kiriye ku operasyonên xwe li Rojhilata Navîn zêde bike.

Esper got ku firehkirina erkên NATO’yê bi hevkariya koalisyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê li Iraqê tê nîqaşkirin.

SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ NATO’YÊ:
ARMANCA ME HÊZÊN IRAQÊ XWE BIPARÊZIN Û LI HEMBER DAIŞ’Ê TÊBIKOŞIN

Duh jî, Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg ragihandibû ku, Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê daxwaza Amerîka ji bo NATO`yê erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê fireh bike, erê kir.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg, got:

“Tu planên me tune ne ji bo ku em li Bexdadê bimînin.

Armanc, hêzên Iraqê xwe biparêzin û li hember DAIŞ`ê têbikoşin.”

Back to top button