Rûsya: Amerîka li Ukrayna li pey provakasyonek çekên kîmyewî ye

Rûsyayê ragihand ku Amerîka bi bikaranîna madeyên kîmyewî yên jehrî li Ukraynayê plana provakasyonekê dike.
Kremlînê jî paketa cezayan a 10. ku YE li ser wan ferzkirî bê bingeh binav kir.

Ji despêka şerê li Ukraynê re, metirsiyên karanîna çekên kîmyewî her di rojevê de ye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Rûsyayê ragihand ku Amerîka bi rêya bikaranîna madeyên kîmyewî yên jehrî li Ukraynayê, plana provakasyonekê dike.

Wezaretê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Wezaretê diyarkir ku Konseya Hevkariya Ewropî-Atlantîk a di çarçoveya NATOyê de, plan dike ku ji bo maddeyên jehrî yên organofosforê yên wek sarîn û soman gelek amûrên parastinê yên şexsî bide Ukraynayê.

Ev daxuyanî piştî berteka destpêkê ya Kremlînê ya li hemberî plana aştiyê ya Çînê ya li Ukraynayê hat dayîn.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov doh di civîneke çapemeniyê de got;

Plana aştiyê ya ku bang li her du aliyan kir ku li ser kêmkirina aloziyê gav bi gav li hev bikin û hişyariya li dijî bikaranîna çekên nukleerî da, divê bi berfirehî were analîz kirin û berjewendiya hemû aliyan li ber çavan bê girtin. .

Peskov anî ziman ku ew girîngiyeke mezin didin plana hevalên xwe yên Çînî û diyar kir ku “Ew pêvajoyek pir dirêj û zor e.”

Kremlîn: Paketa nû a cezayên ye li ser Rûsya bêbingeh e

Ji aliyekî din ve Moskow di her fersendê de nerazîbûna xwe ya li ser cezayên welatên Rojava û YE li ser wan ferz dike nîşan dide.

Dmitriy Peskov got,

Cezayên nû yên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li dijî Rûsyayê “absurd” (bêbingeh) in.

Peskov li paytext Moskowayê têkildarî paketa 10. a cezayên YE li ser Rûsyayê sepandî jî nirxandin kir.

Berdevkê Kremlînê destnîşan kir ku Komîsera Mafên Mirovan a Rûsyayê Tatyana Moskalkova ku di pevguhertina girtiyan de cih girtiye jî di lîsteya cezayan de cih girtiye.

Helbet ev hemû bêwate ye.

Bi eşkereyî kesên nenas, ku tu têkiliya wan bi mijara cezayan re tune ye, ji bo çêkirina lîsteya cezayan hene.

Back to top button