Sirp û Kosova li hev civiyan

Sirp û Kosova dixwazin bi rêya danûstandinan pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin.
Serokomarê Sirbistanê Vucic got;
Danûstandinên bo asankirina rewşê wê navbera herdu welatan dewam bikin.
Civîna bê jî wê 18’ê Adarê li Bakurê Makadonyayê pêk were.

Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic û Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti ku li Brukselê bi Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell re hevdîtin kirin.

Piştî hevdîtinê lîder derketin pêşiya çapemeniyê û daxuyanî dan.

Vucic: Wê danûstandinên bo asankirinê dewam bikin

Vucic diyar kir ku civîn gelek zehmet derbas bû û wiha got:

“Ez difikirim ku wê di dema pêş da hevdîtinên din çêbibin.

18’ê Adarê di serdana Borell ya herêmê da me biryar da ku em dîsa li Bakurê Makedonyayê bicivin.”

Vucic bal kişand ku di avakirina Yekitiya Şaredariyen Sirbistane da israr kir û ev tişt anî ziman:

“Ez difikirim ku Kurti niha xwe amade nekiriye ku qebûl bike.

Em ê bibînin ku wê di paşerojê de qebûl bike yan na.

Ez hêvî dikim ku çareserî pêk were lê ez bi fikar im ku li ser tiştên ku divê demek berê werin îmzekirin asê bibin.”

Vucic dubare kir ku hemû rê ber bi avakirina Yekitiya Şaredariyên Sirbistanê ve diçin.

Kurti: Ji bo asankirina peywendiyan em li ser rêya rast in

Serokwezîrê Kosovayê Kurtî di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinên li Brukselê de ragihand ku wan li ser naveroka Plana Fransa-Almanya ku pêşniyara YEyê ya ji bo asayîkirina têkiliyên herdu welatan e, li hev kirine.

Kurtî diyar kir ku Wê ji niha û pê ve bala wan li ser pêkanîna vê planê be û wiha got:

“(Civîna îro) piştrast kir ku pêşnûmeya Yekîtiya Ewropayê tê qebûlkirin û naveroka wê nayê guhertin.

Pêvajoya bê wê derbarê pêkanîna pêşniyara navborî be.

Ji bo asayîkirina peywendiyan em li ser rêya rast û yekalî ne ji bo asayîkirina peywendiyan.”

Kurtî her wiha ragihand, tê plankirin ku di meha Adarê de bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê hevdîtinên di asta bilind de bên kirin.

Vucic û Kurti cuda bi Borell re civiyan û piştre jî di civîneke sê alî de li Brukselê pêşniyarên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo asayîkirina têkiliyên di navbera Kosova û Sirbistanê de gotûbêj kirin.

Kosova 2008’an serxwebûna xwe ragihand.

Lê Sirbistan hîna jî wê weke parçeyeke xaka welat dibîne.

Ji 2011’an ve ji bo asayîkirina têkliyên navbera herdu welatan YE xebatan dide meşandin.

Back to top button