Rêveberê berê yê PDK’ê bang li gelê Kurdistanê kir ku li dijî dijmin yek rêz bin

Rêveberê berê yê PDK’ê Îsmaîl Alî Îsmaîl derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkariya PDK’ê pê re, bang li gelê kurdistanê kir ku li dijî dijmin yek rêz bin.

Îsmaîl Alî Îsmaîl got ku PDK’ê tevî ku zane wê zerar li gelê başûr bibe, bi dijmin re dibe dost.

Îsmaîl Alî da zanîn ku PDK’ê di şaşitiyeke mezin de ye, dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Başûr e, di heman demê de dijminê tevahiya gelê Kurd e.

Rêveberê berê yê PDK’ê nerazîbûna xwe ji helwesta PDK’ê re nîşan da û ev anî ziman:

“Tu zane ku ew ji bo berjewendiyên xwe vê dike. Yên li dijî dijmin şer dikin, xwişk û birayên te ne û bi te re ne.

Çi mafê te heye ku tu dilê dayikeke şoreşgerekî ku ewqasî xizmet kiriye bişewitîne?”

Îsmaîl di dawiyê de bang li rêveberî û parlamenta Başûrê kurdistanê kir ku dagirkeriya Tirk qebûl nekin.

Back to top button