Tevgera Talîban dewleta Tirk ji mayîna li Efxanistanê hişyar kir-HAT NÛKIRIN

Tevgera Talîban dewleta Tirk ji mayîna li Efxanistanê hişyar kir û da zanîn ku dewleta bimîne ew ê wan wekî dagirker bihesibînin.

Berdevkê Tevgera Talîban Zebîhallah Mucahid derbarê mijarê de ji rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdiyê re axivî.

Zebîhallah Mucahid, bibîr xist ku dewleta Tirk ji beriya 20 salan ve bi NATO`yê re li Efxanistanê ye û heger niha bixwaze bimîne, ew ê wekî dagirker bimîne.

Mucahid, her wiha destnîşan kir ku wê demê ewê Tirkiyê wekî dewleteke dagirker bihesibînin û li dijî wê tevbigerin.

Berdevkê Tevgera Talîban Zebîhallah Mucahid da zanîn ku di navbera wan û dewleta Tirk de xalên hevbeş hene, lê heger ew ji bo parastina balafirxaneya Kabolê man, ew ê wê berpirsyariyê rabikin.

Çekdarên Talîban bi pêşdeçûna xwe ya nû re, bajarê Malsitanyan yê Efganistanê jî kontrol kirin.

Talîban bajarê Masitanyan kontrol kirin

Talîban a ku îddia dike ji sedî 85’ê Efxanistanê kontrol kiriye, bajarek din jî kontrol kirin.

Duh êvarî çekdarên Talîban bajarê Malsitanyan ya wîlayeta Xeznî kontrol kirin.

Endama Encûmena Wîlayeta Xezneî Fatme Rehîm derbarê mijarê de ji BBC re axivî û got;

“Duh çekdarên Talîban li wîlayeta Erzingane ber bi bajarê Malstan rêketin.

Hêzên ewlekariyê jî ji bajar vekişan û Talîban êvarî ket nav bajar û dest danî ser bajêr.

Heya niha ji 18 bajarên wîlayeta Xezneî, 16 ji aliyê çekdarên Talîban ve hatiye kontrol kirin.”

Back to top button