Polonya 116 tankên Abrams ji Amerîka dikire

Li nava Ewropa piştî demek dirêj metirsiya şerekî dijwar xwe dide hîskirin.
Ji ber vê yekê welatên sînorê wan bi Rûsya ve ne dixwazin hêza xwe ya leşkerî xurtir bikin.
Yek ji van welatan jî Polonya ye.
Wezareta Parastinê ya Polonya ragihand ku Amerîka firotina 116 tankên Abrams ji bo Warşowê erê kiriye.

Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de diyar kir ku di zêdekirina potansiyela zirxî ya Hêzên Çekdar ên Polonyayê de gaveke din avêtine.

Blaszczak bal kişand ser girîngiya artêşeke xurt û wiha got,

“Rayedarên Amerîkayê firotina 116 tankên Abrams pejirand.

Em danûstandinên li ser nirxê wan didomînin.

Di sala 2023’an da radestkirina despêkê wê pêk were.”

Błaszczak di Tîrmehê de ji medyaya xwecihî re got ew ji bo kirîna 116 tankên Abrams bi hikumeta Amerîkayê re ketine neva têkliyan.

Hikumeta Polonya diyar dike ku bi vê gavê re wê hêza parastina welat xurtir bikin.

Back to top button