Pêşmergeyekî di zindaneke PDK’ê ya Dihokê de jiyana xwe ji dest da!

Pêşmergeyê bi navê Behzad Hemîd di zindaneke PDK’ê ya Dihokê de jiyana xwe ji dest da.
Malbata wî dibêje, gumana wan heye ku lawê wan di bin êşkenceyê de wefat kiribe û daxwaza lêkolînê dike.

Behzad Hemîd ku nexweşiya Rebû pê re bû, bi tewana madeyên hişbir, hatibû girtin.

Malbata Behzad li pêşberî dezgehên ragihandinê eşkere dikin ku lawê wan bê sûc hatibû girtin û nexweş bû.

Her wekî didin zanîn ku, sînga wî bêyî agahiyên malbatê hatiye vekirin û ev jî cihê gumanan e.

Back to top button