KBDH: Ji hêza jinên Kurd ditirstin

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan , Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî û Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), derbarê 25’ê Mijdarê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin: “Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi êrîşên faşîst re rû bi rû ne” û bang li tevahiya jinên Êzidî û yên li cîhanê hat kirin ku dîktator û deshilatdariyê hilweşînin.

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) têkilidarî 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KBDH‘ê anî ziman ku:

Tecrûbeyeke me ya girîng a têkoşînê heye, tecrûbeya me ya raperînê heye, jê bêhtir şoreşa me ya jinê ya Rojava heye. Ji bo ku li dijî faşîzmê em ji her alî ve êrîş bikin, tevgera me ku xwe dispêrê van tecrûbeyan nikare were rawestandin.

KNK: Çawa dawî li dîktatoriya trûjîllo hat, wê dawî li dîktatoriya Erdogan jî bê

Bi heman armancê Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku 25’ê Mijdarê wekî sembola berxwedanê hatiye naskirin.

KNK‘ê got:

Îro li Kurdistanê ew kiryarên dîktatoriya Trujîllo ji aliyê desthilatdariya Erdogan ve tê kirin. Li hemberî van kiryarên hovane gelê Kurd û jinên Kurd li hemû bajarên Kurdistanê bi berxwedan û tekoşîna xwe hilweşandina dîktarotiya Erdogan dan destpêkirin.

KNK di dawî de anî ziman ku:

Li Başûr, Bakur, Rojhilat heta Rojavayê Kurdistane jinên Kurd li dijî êrîşan li ber xwe didin.

Sîwana Meclisa Jinên Êzîdî: Tundî li her derê be, berxwedan jî li her derê ye

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got:

Em jiyaneke bê tundî, ser bi xwe û azad dixwazin. Ev bi tenê ne karê jinan e, destpêkê li dijî tundiya malê, êrîşên cinsî, hewlidanên kuştinê û bi darê zorê zewicandin, rake. Em bang li tevahiya jinên Êzidî û yên li cîhanê hemûyan dikin ku dîktatoriyan hilweşînin

Back to top button