HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên ku li Çeperên Berxwedanê yên Girê Sor di encama êrişa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

” Me di daxuyaniyên xwe yên 8 û 11’ê Îlonê de ragihandibûn ku li Çeperên Berxwedanê yên Girê Sor, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî de, sûcê şer kiriye û di encamê de 3 hevrêyên me şehîd bûne.

Hevrêyên me yên ku xwe gihandin yekîneyên gerîla, diyar kirin ku di vê berxwedanê de, hevrê Ozgur, Serhildan û Argeş di encama êrişên kîmyewî de, 3’ê Îlona 2021’ê şehîd bûne.

HPG’ê bi bîr xist van gerîlayan li dijî êrişên dewleta Tirk cihê xwe di nava rûpelên têkoşîna bi heybet de girtin û bi rêz û hurmet ew bi bîr anîn.

Back to top button