121 Rêxisitinên Sûrî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kir

121 rêxisitnên Sûrî bi daxuyaniyekê êriş û dagikeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Rêxistinan bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlekariyê kir ji bo pêkanîna agirbestê li hemû herêmên Sûriyê zextê bikin û rê li ber êrişeke dagirkeriyê ya nû a ku wê bibe sedema têkbirina aramiya herêmê bigirin.

Êriş û dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne.

Têkidarî vê yekê, 121 rêxistinên Sûrî ên li hundir û derve bi daxuyaniyekê êriş û dagikeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev yek tê gotin: “Gef û û kirinên hovane ên li ser Bakur û Rojhilastê Sûriyê ku bûye wergehên bi ewle ji sedhezar koçberan re, ewlehî û aramiya herêmê têk dibe.

Bi taybet di meha tebaxê de, herêmên Bakurê Sûriyê bi dehan caran bi êrişên bi top, moşek û balafirên bêmirov hatin hedefgirtin, piraniya wan êrişan ji hêla dewleta Tirk ve pêk hat.

Di tîrmehê de, di encama êrişa li ser herêmên Til Temirê, Eyn Îsa, Zirgan, Kobanê, Til Rifat û hwd, 31 kes şehîd û birîndar bûn.

Ji destpêka sala 2022’an de, bi sedan binpêkirinên li ser eniyên şer ên Bakurê Sûriyê hatin belgekirin, di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Em rêxistinên ku me ev daxuyanî îmze kirine li hemberî gefên êrişeke nû ya li ser Bakurê Sûriyê bifikar in.

Tevgerên leşkerî ên beriya vê bûn sedema koçberkirina bi dehhezaran welatiyên resen ên herêmê û binpêkirinên mafên mirovan.

Rêxistinên navneteweyî û desteyên serbixwe ew belge kirin.”

121 Rêxistinên Sûrî: Divê civaka navnetewî rê li ber êrişên ser herêmê bigire

Rêxistinan di raporê de ev bang li NY, endamên Konseya Ewlekariyê û YE kir:

-Ji bo pêkanîna agirbestê li hemû herêmên Sûriyê zextê bike û rê li ber êrişeke leşkerî ya nû li Bakurê Sûriyê ku dê bibe sedema têkbirina aramiya herêmê bigire.

-Derbarê vegerandina bi darê zorê ya koçberên Sûrî ên li Tirkiyê û Lubnan û welatên din li warên wan ên resen bi daxwazên wan misoger bikin.

Her wiha planên guhertina demografiya herêmê li tevahiya Sûriyê red bikin.

Back to top button