Austurya endamekî MÎT’a Tirk dersînor kir

Welatiyekî Îtalî ku bi eslê xwe Tirk e, li xwe mikur tê ku ew endamekî MÎT’a Tirk e û wî fermana kuştina 3 siyasetmedarên ku li dijî siyasetên Erdogan derdikevin, wergirtiye. Di nava van siyasetmedaran de, Parlametera Austuryayê ya bi eslê xwe Kurd Bêrîvan Aslan jî heye.

Hikumeta Austuryayê welatiyekî Îtalî ku bi eslê xwe Tirk e, dersînor kir.

Desthilatdariya Austuryayê kesê bi navê Feyaz Ozturk weke metirseyekê li ser ewlehiya giştî ya welêt pênase kir.

Di nav de, parlamentera Austuryayî ya bi eslê xwe Kurd Bêrîvan Aslan, MÎT’a Tirk ferman dabû Ozturk, 3 kesayetên ku siyaseta Enqereyê rexne dikin, bikuje.

Feyaz Ozturk beriya niha li xwe mikur hatibû ku ew endamekî MÎT’a Tirk e û Tebaxa borî, MÎT’ê fermana kuştina Bêrîvan Aslan dabû wî.

Ji aliyê xwe ve, Parlamentera Austuryayî Bêrîvan Aslan ji ajansa nûçeyan AFP re da xuyakirin ku ew heta niha di bin parastina dadmendî de ye.

Bêrîvan teqez kir ku Ozturk plan dikir 2 siyasetmedarên din ên Austuryayî jî, ku wekî wê siyasetên Erdogan şermezar dikin, bikuje.

Li ser vê yekê Enqere dibêje, ti têkiliya wê bi vê kêşeyê tune ye, lê Bêrîvan teqez dike ku fermana kuştinê ji Enqereyê derketiye û planên bi vî rengî bi awayekî veşartî tên kirin.

Biryar e dadgehkirina sîxurê Tirk 4’ê Sibatê pêk were, lew re dibe ku Viyana destûrê bide Ozturk bi awayekî demkî vegere ser xaka wê.

Dawiya Kanûna 2020’an, Austuryayê Feyaz Ozturk ji xaka xwe dersînor kiribû û gihandibû ser sînorê Îtalyayê.

Back to top button