Li Spanyayê 3 DAIŞ’î hatin girtin

Li Spanyayê, 3 kesên têkiliyên xwe bi çeteyên DAIŞ’ê hene, hatin girtin.

Berdevkê Wezareta Hundir a Spanyayê ragihand ku duh li bajarê Barsalonayê, 3 kes ku bi eslê xwe Cezyîrî ne û têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ’ê heye, hatin girtin.

Li gorî wezaretê, hersê kes di encama operasyoneke Istixbaratî de hatine girtin.

Berpirsekî Ewlehî jî ragihand ku kesên navborî di sala 2016’an de li Sûriye û Iraqrê li gel DAIŞ’ê şer kirine.

Back to top button