Saziyên sivîl û mafê mirovan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga hesab xwestinê kirin

Îro li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî vê êrişa hovane Saziyên sivîl û yên mafên mirovan daxuyanî hatin dayîn û êriş hat şermezarkirin.
Bang li herkesî hat kirin ku li dijî van êrişan bibin xwedî helwest.

Doh dronek dewleta Tirk a dagirker li kobanê erebeyên sivîlan armanc kir û êriş pêk anî..

Di encama êrişê de 2 kes şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kirin.

MINBIC

LI Menbicê kombûna Jinên Zenûbiya derbarê êrişê de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de sûcê ku dewleta Tirk li dijî herêmê dike şermezar kir û diyar kir divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

QAMIŞLO

Li Qamişlo Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefgirtina dewleta Tirk ji saziyên sivîl re sûcekî şer e.

Hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ewe ku aramiya herêmê xira bike, rêxistina DAIŞ’ê û hemû rêxistinên terorîst çalak bike.

ŞEHBA

Meclisa Edaleta Civakî ya Efrînê jî bêdengiya herêmî û navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku li gorî qanûnên navneteweyî erka xwe bi kar bîne û li dijî Erdogan li dadgeh û saziyên navneteweyî doz veke.

TEBQA

Daxuyaniya Dîwana Edaleta Civakî li Tebqayê jî ji hêla hevserokê wê Mûtez El-Sûdan ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîş li ser lîsteya binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê pêk tînê, zêde dibe.

REQA

Li Reqayê jî Meclisa Edaleta Civakî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Doza me dozeke edaletê ye, parastina axa me erkê me ye. Çawa ku me di azadkirina axa xwe û welatê xwe ji destê terorên DAIŞ`ê de bi serketin, em ê di azadkirina axa xwe li dijî dagirkerên Osmanî ya nû , bi ser bikevin.”

HELEB

Der barê vê mijarê de Dîwana Edaleta Civakî li Helebê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, em Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê ji parastina sivîlan berpirsyar dibînin.

Em bang li wan dikin ku berpirsyarî û erkên xwe bi cih bînin.

Back to top button