Li Rihayê bi tevlibûna deh hezaran agirê Newrozê hat dadan

Li bajarê Riha, Muş û navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî bi tevlibûna deh hezaran kesan agirê Newrozê hat dadan.
Di axaftin û peyamên beşdaran de bertek nîşanî tecrîdê û polîtîkayên şer yên desthilata AKP-MHP’ê hat dayîn.
Hat destnîşan kirin ku muxatebê çarseriyê pirgirêka Kurd Rêber Apo ye û azadiya fîzîkî ya wî hat xwestin.

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê pîrozbahiyên cejna Newrozê bi coşa nêzbûna hilbijartina şarederiyan tên lidarxistin.

Îro li Rihayê bi tevlibûna deh hezaran kesan agirê Newrozê hat dadan.

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan, Dayikên Aştiyê û nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM PArtî jî di nav de gelek mêvan beşdar bûn.

Di axaftin û peyamên beşdaran de bertek nîşanî tecrîdê û polîtîkayên şer yên desthilata AKP-MHP’ê hat dayîn.

Hate gotin, “Gel Rêberê xwe dixwaze. Bi berxwedanê re tecrîd wê bê şikandin”

Omer Ocalan: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e

Yek ji kesên ku li qada Newrozê xîtabî girseyî kir Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bû.

Omer Ocalan bal kişande li ser şerê li Kurdistanê û wekî muxatabê çareserî û aştiyê jî Rêber Apo destnîşan kir.

Parlamenter Ocalan, piştrê jî nameya Rêber Apo a ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend.

Her wiha parlamenterê DEM Partî yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Osman Baydemîr jî bi dimên ji xelkên Rihayê re peyam şandin.

Piştrê jî namzetên hevşeredariyê yên Rihayê derketin ser dikê û diyar kirin 31’ê Adarê gelê li Rihayê wê weke îro xwedî li sindoqan derkeve.

Di Newroza Şemzînanê de banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin

Yek ji navendên pîrozbahiyê li quntarê Çiyayê Gomanê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bû.

Gelê Şemzînanê bêyî ku guh bide baran û heriyê, li dora agirê Newrozê kombûn.

Li wir jî siyasetmedar û namzetên hevşaredariyê xitabî girseyê kirin û hêvî kirin ku Newroz bibe wesîleya aştiya gelan.

Her wiha li dijî desthilatdariya dagirker banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin.

Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê Kurd ji bo azadiyê qadan dadigire

Rêxistina DEM Partî ya Mûşê jî li pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Yeşîlyurt pîrozbahiya Newrozê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Newrozê de axivî.

Keskîn Bayindir, diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya xwe qadên Newrozê dadigire û got:

“Em ê tevî we hem Mûşê hem jî navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin.”

Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?

Back to top button