Di êrişa li Moskovê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û 115 kes jî birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Duh li paytexta Rûsyayê Moskovê li dijî Eywana Konserekî êrişa çekdarî hat kirin.
Di êrişê mîna komkujiyê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan, 115 kes jî birîndar bûn.Piştî bûyerê, DAIŞ’ê li ser kanala Telegramê bi daxuyaniyekê êriş li xwe girt.Derbarê mijarê de Koşka Spî jî ragihand ku wan di hefteyên borî de têkildarî êrîşeke terorîstî hişyarî dabû Rûsyayê.

Duh di saetên şevê de li dijî Eywana Konserê ya Şaredariya Crocusê ya paytexta Rûsyayê Moskovê êrişa çekdarî pêkhat.

Her wiha piştî komkujiyê erişkaran avahiya eywana konserê dan ber agir.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê di êrişê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dane û 115 kes jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn rewşa 61 kesan jî giran e.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gorî agayiyan qurbanî hem karmend û hem jî mêvanên avahiya Şaredariya Crocus ê li Bakurê Rojavayê Moskowê ne.

Hat diyarkirin ku êrişkar ji cihê bûyeyê reviyane.

DAIŞ’ê Êrişa li Moskowayê girt ser xwe

Piştî komkujiyê, DAIŞ’ê li ser kanala Telegramê bi daxuyaniyekê êriş li xwe girt.

Weke ku tê zanîn DAIŞ’ê di demên berê de jî hinek çalakiyên eleqeya wê pê re tune bû li xwe girtibû.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê: 11 kes hatin girtin

Serokê Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov têkildar mijarê got:

“4 kesên ku raste rast di êrişê de cih girtine, bi giştî 11 kes girtine. ”

Yek ji çeteyên tevlî êrişa li Moskow bûye, ji Tirkiyê derbas bûye

Ajansa Nûçeyan a Rusyayê (RIA) jî ragihand yek ji çeteyên ku beşdarî êrişa terorî bûye ji Tirkiyê derbasî Rûsya bûye.

Êrişkarê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Rusyayê ve hatiye girtin, di kurte dîmenekê de vê yekê eşkere dike.

Li gorî agahiyan, çeteyê hatî girtin bi navê Ferîdûn Şemsedîne û 4’ê Adarê ji Tirkiyê derbazî Rusyayê bûye.

Di dîmen de êrişkar Ferîdûn Şemsedîn dibêje, ji bo kuştina hemû kesên di eywana konserê de, nîv milyon ruble pereyên Rûsî dane wan.

DYA: Me derbarê êrişeke muxtemel de Rûsya hişyar kiribû

Derbarê komkujiyê de ji Koşka Spî a Amerikayê jî daxuyaniyek hate dayîn.

Koşka Spî ragihand ku wan di hefteyên borî de têkildarî êrîşeke terorîstî ya li Moskowê hişyarî dabû rayedarên Rûsyayê.

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî Adrienne Watson diyar kir ku wan li gorî polîtîkaya “erkê hişyariyê” bi rayedarên Rûsyayê re parve kirine ku li cihên girseyî êrîşeke terorîstî “pêk were.

Watson got, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ji ber vê xeteriyê hişyarî daye welatiyên Amerîkayê yên li Rûsyayê.

Back to top button