Kombûna Jinan a Zenûbiya: Rizgarkirina Baxozê mîladek bû

Kombûna Jinan a Zenûbiya rizgarkirina Baxozê wek mîladeke nû ji bo mîlyonan kesî bi nav kir û diyar kir ku têkoşînê wê didome heta herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.
Kombûnê got: Li Baxozê ji holêrakirina DAIŞ’ê ya wek erdnîgarî û leşkerî tê wateya vejîna nû ya bi milyonan mirovên li herêmê.
FILM

Kombûna Jinan a Zenûbiyê der barê salvegera rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da.

Kombûnê diyarkir ku meha Adarê meha serkeftinan e û got:

“Em roja 23’ê Adarê, hişyarî rojek xweş bûn ku hêviyên me mezin bûn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi sonda ku li ser şehîdan xwariye re, soza têkbirina terorê da.

QSD’ê ev soza xwe pêk anî.

Çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê heta Minbicê, ji Tebqayê heta Reqayê û ji wir jî heta Dêra Zorê têk bir.

Ya herî girîng li Baxozê li dijî DAIŞ’ê serkeftineke mezin hat bidestxistin.

Yek ji destanên herî xweş hat nivîsandin

Ger fedakariya şervanan nebûye, wê ev serkeftin pêk nehatibûya.”

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî:

Li Baxozê ji holêrakirina DAIŞ’ê ya wek erdnîgarî û leşkerî tê wateya vejîna nû ya bi milyonan mirovên li herêmê.

Îradeya ku DAIŞ’ê li herêmên me têk bir û dê berdewam bike heta herêmên dagirkirî ji Tirkiye û çeteyên wê werin rizgarkirin. Em vê serkeftina mezin li gelê xwe pîroz dikin.

Ev serkeftina ku pêngava ewil e di riya azadiyê de, bi saya fikir û felsefeya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û pêşengiya jinên azad hatiye mîsogerkirin.”

Back to top button