Li dijî gefên Dewleta Tirk û avakirina herêma Ewle ya li gorî xwesteka Tirkiyê, hejmarek çalakvan û Rojnamvenên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî pêngavek li ser medyeya torên civakî dest pê kiriye.
Pêngav jî Haştagekek li dijî herêma Ewle û Korîdora ku Dewleta Tirk bi nav dike ye.
Îro roja yekê ya belavkirina vê haştagê ye û di nava demeke kurt de, bi awayekî zêde belav bû.
Ji bilî çalakvanên ku pêngav dest pê kiriye, gelên herêmê bi beşdariyeke xurt parve dikin.
Haştag jî ev e ”Ji Korîdora Qirkirinê ya Tirkiyê re na”.
Bi 5 zimanan Kurdî, Erebî, Fransî, Ingilîzî û Tirkî belav dibe.
Li gorî çalakvanan, herî zêde vê haştagê li ser rûpelên kesên berpirsiyar ji NY û Koalîsyona navdewletî pareve bikin.
Aramnca wan jî ew e, ji Cîhanê re nîşan bidin ku, gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî destwerdana Dewleta Tirk in.