Efrîn..Çeteyan li gundê Şêx Xorzê jinek û zarokê wê bi giranî birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zilm û hovîtiya xwe li Efrîna dagikirî didomînin.
Çeteyan li gundê Şêx Xorzê gule li malbatekê barand, jinek û zarokê wê birîndar kirin.  Çeteyan li naveda Efrînê û Mabeta jî 3 sivîl revandin.

Rojane, kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane li dijî Efrîniyan zêd dibin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan li gundê Şêx Xorzê yê Biliblê gule bêserûber li malbatek barand di encamê de jinek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn.

Çavdêriyê da zanîn ku zarok di serê xwe de birîndar bû û ew rakirin nexweşxaniyên Tirkiyê.

Çeteyan ji navenda Efrînê û Mabeta 3 sivîl revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Mistefa Hemud yê (35) yê ji gundê Dîwayê Jêrîn yê Mabeta revand.

Li heman navçeyê jî, çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Hesen Bîlel revand.

Li gorî rêxistinê, çeteyan ciwanê bi navê Ibrahîm Heyder Osman ê ji gundê Coqê yê Efrînê revand û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e..

Back to top button