
Bi dirûşmeya “Bi birêxistinkirina jinên ciwan, em dagirkeriyê tune dikin” îro Kongreya 4. a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûrî hat li dar xistin.
Di kongrê de Endama Serokatiya PYD’ê Foza Yusif axivî û anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmê ne tenê li dijî gelê kurd e lê belê hemû pêkhateyên herêmê dike armanc.
Îro Kongreya 4. a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana “Bi birêxistinkirina jinên ciwan, em dagirkeriyê tune dikin” hat lidarxistin.
Kongre bi tevlîbûna 550 delegeyan li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.
Foza Yûsif: Dewleta Tirk ji bo ewlehiya cîhanê xeter e
Endama Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk Foza Yusif di kongrê de axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir.
Foza Yusif anî ziman ku heta roja îro jî gefên dewleta Tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûrî dewam dike û got,
Li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk yên dawîn, ew niha hewl dide careke din êrişî gelê me yê sivîl bike.
Foza diyar kir ku şer tevahiya pêkhateyên herêmê dike armanc û anî ziman ku dwleta Tirk li ser ewlehiya civak û cîhanê xeternak e.
Sozdar Dêrik: Pêwîste di vê pêvajoyê de jin xwe birêxistin bikin
Ji fermandarên YPJ’ê Sozdar Dêrik jî axivî û diyar kir ku peyama ku divê di vê pêvajoyê de bê dayîn birêxistinkirin e û got,
Bê rêxistinkirinê jin dê rastî binkeftinê were û di bin zihniyeta mêrdestiyê û kapîtalîzmê bijî.
YJC’ê kongreya xwe li Rimêlanê li dar xist
Piştre rapora 2 salan a xebatê û perspektîfên rêber Ocalan ên girêdayî jinên ciwan û rola wan, hatin xwendin.
Her wiha rewşa jinên ciwan, danîna plansaziya kar a dema pêş û rêbazên şerê taybet ku dewleta Tirk ciwanan pê dike armanc, hat nirxandin.
Jinên ku beşdarî kongrê bûn dan zanîn ku ew ê bi rêxistinkirina xwe dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.
Kongre bi jinûve-hilbijartina Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan bi dawî bû.