Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 1 kesî ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da û 142 jî pê ketine.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, li Hewlêrê 44 kes, li Silêmaniyê 62, li Germiyanê 33, li Dihokê 1 û li Helebceyê jî 2 kes bi virûsê ketine.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 18 kes mirin û 993 jî pê ketine
Rewşa kambax hîna li Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye.
Herî dawî 993 kes bi vîrûsê ketine û 18’an jî jiyana xwe ji dest da.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 74 kes mirin û 2059 jî pê ketine
Berdevka nû ya Wezareta Tenduristiya Îranê Sîma Larî jî diyar kir ku di nava 24 saetan de, 2 hezar û 59 kes bi vîrûsê ketine û 74’an jî jiyana xwe ji dest da.