QSD’ê, 110 çete di nava hefteyekê de girtin

QSD’ê ragihand ku hêzên wan qonaxa yekemîn a pêngava Têkbirina Terorê bi dawî kir û di nava 7an rojan de, 110 çete û kesên gumanbar girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî encamên hefteyekê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin diyarkirin:

“Hêzên Sûriya Demokratîk bi koordîneya hêzên Koalîsyonê û hikumeta Iraqî re, operasyonên xwe didomînin.

Hêzan, nêzî 175 km dirêjahî û 60 behnahî malaştin, ew jî di çarçoveya 150 çewlik û gundî de.

Hêzên Komendos û yên koalîsyonê, bi ser 56 armancên şaneyên DAIŞê de girtin û tê de 110 çete û kesên gumanbar hatin girtin.

Her wekî hêzan, jimareke mezin a çekên cihêreng û qaseyên mezin ên madeyên çêkirina teqemeniyan desteser kirin.

Di heyama operasyonên maliştinê de, yekîneyeke QSD’ê bi şaneyekê re rû bi rû ma, lê karîbû bi awayekî leşkerî bersivê bide û rewş hat kontrolkirin.

Heya niha, ti ziyan di nava refên QSD’ê de çênebûne.

Back to top button