Blinken: Êrişek ser Rojava wê ne berjewendiyê kesî de be

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken diyar kir ku welatê wî li dijî her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê ya li ser Rojava ye û got:
Wê operasyona leşkerî ya muhtemel ne di berjewendiyên kesê de be.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir.

Antony Blinken di hevpeyvîna li gel Al-Arabiya de li ser rewşa herêmê axivî û wiha got:

“Rast e Tirkiyê dilgiraniyên rewa li Sûriyê hene lê operasyonên leşkerî van pirsgirêkan çareser nakin. Rêyên din hene ji bo çareserkirina metirsiyên li ser Tirkiyê. Daxwazê ji hemû aliyekî dikin ku xwe ji her karekî leşkerî li Suriyê dûr bixin, ji ber ku wê bibe metirsî li ser jiyana sivîlan û şerê dijî DAIŞ’ê.”

Blinken li ser asayîkirina peywendiyên Tirkiyê bi Hikûmeta Şamê re jî destnîşan kir ku ew li dijî asayîkirina peywendiyên bi Beşar Esed re ne û wan bi eşkere ev yek ji hemû aliyan re gotiye.

Blinken li ser pirsa “Hûn piştgiriyê didin êrişên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê? Hûn nêzîkbûna Tirkan û yên din bi Esad re çawa dinirxînin?” wiha bersivê da:

“Derbarê Bakurê Sûriyê de me bang li her kesî kir ku rewşê aram bikin. Tiştê pêwîstiya me pê nîne, bi baweriya min pêwîstiya kesî nîne operasyoneke leşkerî li Bakurê Sûriyê ye. Bêguman, ev yek metirsî ye ku ziyaneke mezin bide sivîlan û mirovên bêguneh. Ev bi rastî dikare pêşî li hewldanên ji bo rêgirtina DAIŞ’ê bigire û cihê ku divê bala me lê be, têk bibe.”

Back to top button