Mûrad Karayilan: Me beriya hemû kesan li hemberî DAIŞ’ê ala serketinê bilind kir

Hevpeyvîna beşa dawî a endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ku ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîbû hate weşandin. Di vê beşê de jî Karayilan berxwedana Kobanê dinirxîne. Karayilan dibêje, “Me beriya hemû kesan li hemberî DAIŞ’ê ala serketinê bilind kir.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ku bi boneya salvgera 8’an a rizgarkirina Kobanê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî, pêvajoya şer û berxwedana li Kobanê û nirxand û bi berfirehî gelek pirs bersivand.

Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê beşê dawî yê hevpeyvîna Mûrad Karayilan ku ji 6 beşan pêk dihat weşand.

Di beşê dawî a hevpeyvînê de Karayilan li ser pirsa çima DAIŞ’ê êrîş bir ser Kurdan bersivand û wiha got:

“Ev planek e. Rola dewleta Tirk di vê de teqez e û diyarker e.

Dibe jî şaşîtiya herî mezin ku wan ji bo xwe kirî ev bû.

Heke wan bizanibûya ku PKK ji wan bêhtir berxwedêr e, ji wan bêhtir fedayî ye, behtir bi ser doza xwe ve ne, Dibe ku wiha berê xwe nedidan Kurdan.

Lê ew hatine Kurdistanê û li latekî hişk ketin. Ji bo vê jî têk çûn.”

Mûrad Karayilan diyar kir di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ciwanên Kurd bi fedayî şer kirin û got: “Perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêber Apo, yekîtiya Kurd, Ereb, Asûr-Sûryan,Tirkmen û Ermenan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih aniye.

Pêşdîtin, hewldan, bang û perspekftên Rêber Apo di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bûye kaniya sereke ya hêzê.

Ev xizmeta ji bo tevahiya mirovahiyê bû. ”

Di dewamê de têkildarî gotinên qaşo hin hêzên Kurd ku dibêjin bila Rojava têkiliya xwe bi PKK’ê re qût bike Mûrad Karayilan wiha got:

“Gelek mirovên ku bi qasî serê derziyê fedekarî nekirine, gelek mirovên lewçe diaxivin lê wan rojên ku her kes ji DAIŞ’ê direviya kê li dijî DAIŞ’ê singa xwe da ber guleyan û kê DAIŞ têk bir, hewl didin ku ser vê bigirin. ”

Mûrad Karayilan: Heta ku dewleta Tirk ji Sûriyê neyê derxistin wê DAIŞ neqede

Karayilan bi bîr xist ku piştî DAIŞ li ser erdê hate têkbirin wan hêzên xwe di serî de ji Kobanê, Şengalê, Kerkûkê, Dihokê û Laleşê kişandine.

Derbarê hewldana êrişa DAIŞ’ê a li Hesekê jî Mûrad Karayilan axivî û destnîşan kir êrîşa DAIŞ’ê li cihên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne hatiye organîzekirin.

Karayilan anî ziman heya dewleta Tirk ji Sûriyê neyê derxistin wê DAIŞ neqede û wiha dewam kir:

Mûrad Karayilan:Divê gelên Rojhilata Navîn bi hêza xwe yekîtî, jiyana azad û demokartîk ava bikin

“Ji ber ku niha li deverên ku Tirkiyê dagir kiriye, DAIŞ ya ku bi rêxistinên din ên cîhadî re ketiye zik hev, xwe bi rêxistin dike, li wan deran kadroyan ji xwe re çêdike û di vê çarçoveyê de derfetê dibine ku xwe zindî bike.

Ji bo ku DAIŞ were tasfiyekirin beriya her tiştî divê Tirkiye ji Sûriyê derkeve, Tirkiye û Qeter destekê nede van rêxistinan.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di dawî de got, “Gelên Rojhilata Navîn divê bi hêza xwe yekîtî û jiyana xwe a azad û demokratîk ava bikin.

Back to top button