Hemedok daxwaza berdana wezîrên girtî tev erka wan dike

Derbarê rewşa Sûdanê jî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Volker Perthes diyar ku Hemedok dibêje destpêka çareseriya vê aloziyê di berdana wezîr û rayederên hikumerê de ye.

Li gorî wezareta ragihandinê “Meqala” ragihand ku Hemedok bi Nûnerên dewletên “Terwîka” re li mala xwe civiyaye û da xuyakirin ku serbest berdana wezîran tevî erka wan careseriya rewşa heyî ye.

Nûnerê Amerîka ê Taybet bi Kevana Afrîkayê Jeffrey Feltman jî bi armanca bi dawî kirina kirîzan îro Sêşemê gihîşt Xartûmê.

Jeffrey Feltman da xuyakirin ku divê rewş bibe weke beriya 25’ê meha borî roja derbeyên leşkerî yên Sûdanê.

Hêjaye bi bîrxistinê jî ku Serokê Hikumetê Hemedok ji roja sêşema borî ve heta niha li paytext Xartûmê di hepsa malê de ye.

Her wiha rewş li Sûdanê heta niha ne aram e.

Back to top button