Îbrahîm Şêxo: Artêşa Tirk sûcên dermirovî li dijî jinên Efrînê pêk tîne

Roj nîne em behsa kirinên çeteyan li herêmên dagirkirî, Efrîn jî di nav de, nakin. Herî dawî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo rêzesûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê nexasim li dijî jinan, eşkere kirin. Şêxo tekez kir “Çete bi sûcên xwe yên li dijî jinan tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dikin.” 

Bi fermana istixbarata Tirkiyê, hemû cure êrîş li dijî sivîlan, taybet li dijî jinan, pêk tên.

Ev sûc jî, bi armanca ku şênî tengav bibin û ji warê xwe koç bikin, tên kirin.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser sûcên çeteyan li dijî sivîlên Efrînê ev agahî dan.

“Ji derdora mehek û nîv ve, çeteyan , keçeke ciwan (13) ji taxa Ziyêdiyê ya li Efrînê revand û destdirêjî lê kir.

Ji derdora 20 rojan ve, keçeke ciwan bi navê Fatime Reşo Kable (16) tevî birayê wê yê biçûk ên ji gundê Mûskê yê Recoyê hatin revandin.

Kêmî mehekê, malbateke Efrînî ji gundê Keferşîlê revand û navên wan wiha eşkere kir:

Ednan Rehîm Cemo (50), hevsera wî Fatime Mehmûd Horîk (50), keça wan Elye Ednan Cemo (13) û Rizgar Cemo (25).

Şêxo piştrast kir ku çarenûsa van hemuyan heta niha nediyar e û tekez kir ku çete bi sûcên xwe yên li dijî jinan tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dikin.

Îbrahîm Şêxo: Çete bi sûcên xwe hemû qanûnên navneteweyî binpê dikin

Ji bilî sûcên wan ên li dijî mirovan, Şêxo anî ziman “Çeteyan li navçeya Mabatayê darên daristinî qut kirin û wek êzing di nava sûkan de firotin û piştrast kir “qutkirina daran di nava komên çete de bûye bazirganî.”

Şêxo bi bîr xist ku çeteyan şêniyê bi navê Ebdullah El-Kedro ji êla Imêrat a Ereb ji gundê Bablîtê ji ber li dijî birîna daran sekiniye, revand û piştî êşkenceyê zêdeyî 220 darên wî û birayên wî jê kirin.

Ev; ne kirin û sûcê wan ên pêşî ne, ji roja dagirkirna Efrînê û heta niha, di nava bêdengiya cîhanî de, hemû rêbazên zext, revandin, girtin û êşkencekirinê li dijî şêniyên Efrînê, hatin û tên kirin.

https://youtu.be/auh4lIBw8j8

Back to top button