Salvegera 8. a komkujiya Parîsê

Kurdistaniyên li Almanya, Fransa û Nowrcê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê daketin qadan û bang li Fransayê kir ku berpirsên komkujiyê darizînin, da ku nebin hevkarên sûc.

Tenê 2 roj ji bo salvegera 8. a Komkujiya Parîsê mane.

Komkujiya Parîsê 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK’ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin kuştin.

Ji bo şemezarkirina komkujiyê, Kurdistanî û dostên xwe li Ewropayê duh li qadan bûn û dewleta Tirk û Fransayê şermezar kirin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, Meclisa Jinê ya Amara, li ber balyozxaneya Bilind a Fransayê ya li Stockholmê çalakiyek li dar xist.

Çalakgeran di hevdîtina xwe ya bi radarên balyozxaneyê de xwestin ku kujerên rastî yên komkujiya Parîsê darizînin.

Her wiha dosyaya li ser mijarê amade kiribûn, radestî rayedaran kir.

Li paytexta Norwc Osloyê bi çalakiyekê, kujerên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin şermezarkirin.

Însiyatîfa Jinê ya Osloyê bang li hikumeta Norwêcê kir ku ji bo darizandina kujeran bikeve nava hewldanan.

Li bajarê Stûttgartê yê Almanyayê jî bi çalakiyekê wêneyên Rêber Ocalan û Sakîne Cansiz hatin hildan.

Bi tevlîbûna Kurdistaniyên Gîessen, Darmstade, Bansaîm û Hanaûyê li bajarê Frandfûrt ê Almanyayê mîtîngek pêk hat.

Di çalakiyê de, jinên Almanî tevlî bûn, heta piştguhkirina Ewropa û Fransa ya komkujiyê jî red kirin.

Bi heman armancê, li pêşiya balyozxaneya Fransa ya li bajarê Bernê yê Swîsreyê Sakîne Cansiz (Sara), hersê jinê têkoşer bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Li vir jî, dewleta Tirk berprisên komkujiya Parîsê hat nîşandan û çalakgeran diyar kir ku heta Fransa vê komkujiyê ronî neke, dibe hevkarê sûc.

Back to top button