KCK’ê ,Rêveberiya Xweser û MSD’ê êrişa li Mosko şermezar kirin

KCK’ê, Rêveberiya Xweser û MSD’ê êrişa li Mosko şermezar kirin û ji gelê Rûsyayê re sersaxî xwestin.Di daxuyaniyan de hate diyar kirin Desthilata AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê, DAIŞ’ê xwedî dike û li dijî her kesî bikartîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi daxuyaniyên cuda êrişa li Mosko şermezarkirin û ji gelê Rûsyayê re sersaxî xwestin.

KCK: Desthilata AKP-MHP’ê DAIŞ’ê li dijî herkesî bikartîne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de ji ber buyerê xemginiya xwe anî ziman û wiha got,

“Vê êrîşê dijminahiya DAIŞ’ê ya li hemberî gelan û mirovahiyê car din nîşan daye.

Yê ku DAIŞ’ê timar dike û xwedî dike dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.

Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê DAIŞ’ê li dijî her kesê bi kar tîne û bi DAIŞ’ê gefan li her kesê dixwe.

Li dijî Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd, Sûriyê, Iraq, Ewropa’yê bi kar tîne. Bi vê yekê re dixwaze polîtîkayên xwe yên mêtingerî û qirker bide qebûlkirin.

Divê êdî ev rastî were dîtin û her kes li gorî vê yekê helwest bigire.”

KCK: Dewleta Tirk ji bo daxwazên xwe bi Rûsyayê bide qebûlkirin êriş da kirin

KCK’ê destnîşan kir desthilata AKP-MHP’ê ji bo ku daxwazên xwe bi Rûsyayê bide qebûlkirin ev êriş daye pêkanîn û got,

“Desthilata AKP-MHP’ê ya li Tirkiyê, DAIŞ’ê xwedî dike û li dijî her kesî bikartîne.”

Rêveberiya Xweser: Divê li dijî terorê têkoşîna hevpar bê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi boneya êrişê bal kişande li ser têkoşîna li dijî terorê.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin;

“Buyerên bi vî rengî û êrişên li dijî sivîlan li herêmên me jî tên kirin.

Têkoşîna li dijî terorê pêwîstiyeke mezin e. Ev têkoşîn jî bi hevkariya hemû hêzan divê bê kirin.”

MSD: Êrişa li Mosko nîşan da ku teror gefê li cîhanê dixwe

Meclisa Sûriyeya Demokratîk-MSD’ê jî di daxuyaniya derbarê êrişa li Mosko de bal kişande li ser gefên terorê yên li ser ewlehî û aştiya cîhanê.

MSD’ê diyar kir asta vê êrişê careke din nîşan da ku xeteriya terorê çiqas zêde ye û got,

“Ji bo pêkanîna ewlehiyê û bidawîkirina şer ya li cîhanê divê xebateke hevbeş bê kirin.”

Di êrişa li Moskovê de 115 kesan jiyana xwe ji dest dan û 115 kes jî birîndar bûn

Back to top button