Hêzên Asayişê: Hevalê me Mihemed El-Elî di encama qirîza dil de şehîd bû

Hêzên Asayîşê nasnameya şehîd Mihemed Welîd El-Elî eşekre kir û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.
Cenazeyê şehîd îro bi merasîmekê li goristan şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê nasnamiyê endamekî xwe ku ji ber qirîza dil şehîd bûye eşkerkir.

Têkildarî mijarê navendê li ser malpera xwe ev aghî parvekir:

“21’ê Adarê, Endamê me Mihemed Welîd El-Elî dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de li Dêrikê şehîd bû.

Şehîd Mihemed, bi salan cihê xwe di nava refên me de girt û tevlî gelek hemliyên ewlehiyê yên li dijî şane û rêxistinên çeteyan bû.”

Asiyişê ji malabata şehîd û gelê herêmê re sersaxî xwest û soza pêkanîn armancên şehîdan dûbare kir.

Li gorî daxuyaniyan asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed Welîd El-Elî
Navê Bav: Sebrî
Navê Dayikê: Elîfe
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Serê Kaniyê 20/3/1967
Cih û dîroka tevlêbûnê: Serê Kaniyê 4/20/2011
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik 21.03.2024

Şehîd Mihemed El Elî li goristana şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin

Di nava nûçeyê de dîmen biherikîne.

Cenazeyê şehîd Mihemed El Eli îro li bajarê Dêrikê bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Kesên beşdarî merasîmê bûn gotin:

“Bi saya xwîna van şehîdan em îro li virin.

Em soz didin heta dawiyê li ber xwe bidin û xwedî li keda wan derkevin.”

Piştî axaftina cenziyê şehîd di nava diruşmeyan de li goristan şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin

Back to top button