”DEM Partiyê li her qadê demokrasiyê diparêze”

Siyasetmedar Leyla Zana li navçeya Sûrê ya Amedê bi gel re civiya û got:”Daxwaza me jiyaneke azad û wekhev e.
Divê hûn xwedî li keda xwe, mafên xwe derkevin.
Tenê wijdan, îrade û fikra me heye. Armanca me ew e ku gelê me azad û di nava demokasiyê de bijî.
Me gelek kişand, qet nebe bila zarokên me nekişînin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi nêzbûna hilbijartinên 31 ê adarê di nava xebatan de ye.

Siyasetmedar Leyla Zana jî li navçeya Sûrê ya Amedê tev li xebatan bû.

Leyla Zana diyar kir ku dawaxa wan jiyanek azad e .

Leyla di dewamê de da zanîn ku ev destkeftî bi hêsanî bi dest wan neketine.

Leyla zana bang li gel kir ku xwedî li vîn û partiya xwe derkevin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî li gundên Pîranê xebatên hilbijartinê da meşandin.

Çîgdem Kiliçgûn Ûça got:

“Têkoşîna me wê bibe sedema serketina hilbijartineke xurt. Şaredarî bingeha daxwaza herî rewa û mafdar a gelê kurd in.”

Çîgdem Ûçarê anî ziman ku desthilatdariya heyî hema bêje kesên ku dengên xwe nadin AKP’ê ji hemwelatîbûnê bêpar dihêle û wiha got:

” Yê ku zirarê dide vî welatî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe li vî welatî mirov nikare behsa demokrasiyê bike.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de wê pêk bên nirxand û banga tevlibûna mîtînga di 29’ê Adarê de pêk tê kir û got: “Gelê me wê îradeya xwe di sindoqan de dane holê, qeyûman şûnde bişînin.”

Gulşen daxuyakirin ku ew di pêvajoyek girîng de ne û got:

“Em niha ber bi hilbijartinên 31’ê Adarê ve diçin. Hilbijartin ji bo gelê me girîng e.

Em ê mafên xwe yên ku qeyûman xespkirine şûnde bigirin û hesab biprisin.”

Gulşen bi lêv kir ku ji hilbijartinan re demek kurt maye û wiha domand:

“Em li gund, navçe û taxan bi gel re civînan dikin. Em bi gelê xwe re tên gel hev. Em li ser çareseriyan nîqaşan bikin.

Em dizanin ku wê gelê me bi îradeya xwe şaredariyê bigirin û bi rêve bibin. Baweriya me bi gel ê me tam e.”

Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê li gelek bajaran dewam kirin

Back to top button