Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê li gelek bajaran dewam kirin

Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê li gelek bajaran dewam kir û gel eleqeyeke mezin nîşan da.
Hate destnîşankirin têkoşîna tê dayîn wê bi xwe re azadiya jinê bîne û hate gotin: “Pergala hevserokatiyê wê têkoşîna azadiyê mezintir bike. “

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî li gelek bajaran dewam kir.

Di xebatan de gel eleqeyeke mezin nîşanî partiyiyan da.

Li Şirnexê û navçeyên wê şandeyên DEM Partî bi gel re civiyan û banga xurtkirina piştgiriyê kirin.

Namzetên Hevşaredarên Qilêbanê gundê derdor bi girseyî hatin ziyaretkirin û daxwazên welatiyan hate guhdarkirin.

Piştre jî li navçeyê bi konvoyê gel hate silavkirin.

Li navçeya Cizîrê jî Namzetan serdana kargeha tekstîlê kirin û bi kedkaran re hatin bahev.

Partiyiyên ji aliyê kedkaran re bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi karkeran re govend gerandin.

Di heman çarçoveyê de Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin yê Wanê jî hin rêze serdan pêk anîn.

Namzetan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêmê serdana nexweşan kirin.

Rêxistina DEM Partî a li Qersê jî bi xebatkarên tenduristiyê û nexweşan re hate bahev.

Li bajarê Tirkiyê Edeneyê jî bi xebatên ji bo hilbijartina şarederiyan bi rêve çû.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li xebatan bû.

Çîgdem Kiliçgun Uçar û namzet li Taxa Daglioglû ya Seyhanê li buroya hilbijartinê ya jinan bi jinan re civiyan.

Çîgdem Kiliçgun têkoşîna jinan silav kir û got:

“Têkoşîna tê dayîn wê bi xwe re azadiya jinê bîne.”

Her wiha destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê wê têkoşîna azadiyê mezintir bike.

Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin

Back to top button