KCK’ê têkildarî serdana dewleta Tirkiyê a li Bexdayê daxuyaniyek da

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bang li hêzên li Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku nebin hevparê bangên qirkirinê yên dewleta Tirk û got, “Dewleta Tirk a bi serkêşiya şefê faşîst Erdogan ji bo Iraqê xetereya herî mezin a ewlekariyê ye.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana rayedarên dewleta Tirk a dagirker a li Bexdayê daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar kir dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya hundirîn û derve li ser bingeha qirkirina gelê Kurd dimeşîne û ji ber ber vê yekê li ku dera cîhanê dibe bila bibe, rojev û daxwaza wan wergirtina piştgiriya ji bo şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan e.

KCK: Tirkiyê dixwaze Iraqê jî tevlî siyaseta xwe ya qirkirinê bike

Di vê çarçoveyê de KCK’ê destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze Iraqê jî tevlî siyaseta xwe ya qirkirinê bike.

“Dewleta Iraqê ji aliyê destûra bingehînî ve nasname û mafên Kurdan nas kiriye û ji bo çareseriyê gavên girîng avêtiye. Dewleta Tirk ku vê yekê dibîne, bi israr dixwaze ku Iraqê ji rêya demokratîkbûnê dûr bixîne, tevlî polîtîkayên xwe yên îmha û qirkirinê bike û li polîtîkayên beriya sed salî vegerîne.”

KCK: Gefa herî mezin a ewlekariyê ya li ser Iraqê dewleta Tirk a faşîst e

Bi vê armancê KCK’ê anî ziman dewleta tirk bi her awayî gefan li Iraqê dixwe û şantajê lê dike.

“Beriya her tiştî divê ev rastî bê tespîtkirin ku gefa herî mezin a ewlekariyê ya li ser Iraqê dewleta Tirk a faşîst e. Yê ku her carê qala Osmaniya Nû û Mîsakî Mîllî dike, yê ku dibêje Mûsil û Kerkûk ên me ne û dibêje wê parçeyek ji xaka Iraqê dagir bike, şefê faşîst Erdogan e.

KCK: Eger civînek ewlekarî çebê divê ew li dijî dewleta Tirk a dagirker be

KCK’ê bi bîr xist yên ku gelên Iraqê di demên herî zehmet de parastin, li dijî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê parastin Tevgera Azadiyê ya Kurd û PKK ye.

“Lewma eger wê civîneke bilind a ewlekariyê ya rasteqîn bê lidarxistin, ev yek divê ne li dijî PKK’ê be, lê li dijî dewleta Tirk a dagirker be. Ji ber ku vê dewletê xaka Iraqê dagir kiriye, li ser xaka Iraqê bi sedan baregeh çêkiriye û bi deh hezaran leşkerên xwe bi cih kiriye.”

KCK: Rejîma Erdogan rejîma nû ya seddam e, cewhera xwe yek e

Bi domdarî KCK’ê îşaret bi encamên êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêmê ku heta niha
bi sedan welatiyên Iraqê şehîd û birîndar bûne kir.

KCK’ê got:

“Divê ev yek bê zanîn, ji bo gelên Iraqê û Rojhilata Navîn Seddam û rejîma Baasê hatibe çi wateyê, faşîzma AKP-MHP’ê û Erdogan jî xwedî heman wateyê ne. Rejîma Erdogan rejîma nûkirî û bi rengên cuda boyaxkirî ya rejîma Seddam e, cewher heman cewher e.

KCK: Nebin hevparê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker

KCK anî ziman ji aliyê ewlekariyê ve tiştekî ku Tirkiye bide Iraqê nîne û got:

Eger tiştek hebe ku Tirkiye bide ew jî dagirkerî, teror, talan, komkujî û barandina rondikên çavan e

Di serî de li hikûmeta Iraqê KCK’ê, bang li hemu alî û keseyatan kir ku nebin şirîkê êrişên qirkirinê û nehêlin ku dewleta Tirk ala Iraqê ji bo sûcên xwe yên şer bi kar bîne.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK amadekariyên şerê li dijî gerîla dikin

Back to top button