Şervanê QSD’ê Şêro Kobanê bi merasîmekî hat oxirkirin

Şêniyên Kobanê bi merasîmekî cenazeyê şervanê QSD’ê Şêro Kobanê li goristana şehîd Dicle sipartin axê.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê şehîd Şêro Kobanê 12’ê Adarê di operasyona rakirina mayinan de, şehîd bûbû.

Şêniyên kobanê bi merasîmekî cenazeyê şehîd Şêro li goristana Şehîd Dicle sipartin axê.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Qinê, Şêrîn Mihemd Hisî soza şopandina rêya şehîdan da û got:

“Li ser her bihosteke vî erdî, xwîna şehîdek herikiye.

Em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin û rêya wan bişopînin.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Zana Qehro jî, diyar kir ku şehîd Şêro ji bo parastina axa xwe bê teredûd di pêvajoyên herî zor û zehmet de berxwedanî kir.

Dawiyê de wesîqeya şehîd Şêro Kobanê hat xwedin û radestî malbata wî hat kirin.

Li Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Rohat Hesekê re hat xwestin

Şêniyên bajarê Amûdê jî, sersaxî ji malbata Şehîd Rohat Hesekê re xwestin.

Şehîd Rohat 12’ê Adara 2024’an li Dêrazorê şehîd bûbû.

Şervanê QSD’ê Rohat Hesekê li Amûdê hat oxirkirin

Back to top button