”Em bang li aliyên hiqûqî dikin ku rê li van kiryaran bigrin”

Carek din rastiya hovîtiya çeteyên dewleta Tirk û malbatên wê yên ji herêmên cuda anîne û li Efrînê bicih kirine derket holê.
Li navçeya Cindirêsê ciwaneke hate serjêkirin û avêtin bîrê.
Ev yek li nava Cindirês û herêmê bi giştî bû sedema hêrsê.

Partiyên Siyasî yên li Helebê jî bi daxuyaniyekê kuştina Ehmed Memo şermezar kir.

Partiyan diyar kirin ku ev kiryar rojane têne kirin û got:

“Saziyên qaşo parastina mafên mirovan û zarokan dikin, li hember bûyerên bi vî rengî bêdeng in û bi erkên xwe ranabin.

Ev bûyer birasthatina dagirkirina Efrînê re rû da.

Rewş li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê her ku diçe xetertir dibe, divê êdî aliyên peywendîdar bi erkên xwe rabin.

Ciwanên PYD’ê kuştina Ehmed Maemo şermezar kir

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî kuştina Ehmed şermezar kir û got:

“Em bang li sazî û dewletên navnetewî dikin ku kiryarên hovane û qirêj li dijî zarokan û tevahî xelkên li Efrînê mayî bidawî bikin.”

Her wiha li Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek hate dayîn û bang hate kirin ku sûcdar bêne darezandin.

Kiryarên dewleta Tirkiyê ya li Efrîna dagirkirî

Back to top button