Kiryarên dewleta Tirkiyê ya li Efrîna dagirkirî

Îro carek din rastiya hovîtiya çeteyên dewleta Tirk û malbatên wê yên ji herêmên cuda anîne û li Efrînê bicih kirine derket holê.
Li navçeya Cindirêsê ciwaneke hate serjêkirin û avêtin bîrê.
Ev yek li nava Cindirêsê bû sedema hêrsê.
Her wiha ji despêka salê ve, jimara kesên li Efrînê hatine revandin jî nêzî 90’î bûye.

Ji dema dagirkirina Efrînê û heta niha sûc û kiryarên hovane yên çeteyên dewleta Tirk li nava bajar û navçeyên wî kêm nebûye.

Rojane kuştin, dizî, talan û revandin lê rû dide û tu alî jî deng ji xwe dernaxe.

Li navçeya Cindirêsê a Efrînê ciwanek hat kuştin

Ciwanê ji bîrê tê derxistin jî Ehmed Xalid Medê ye.

Kesê ev hovîtî pêk aniyî jî ji malbatên çeteyên dewleta Tirk yên ji Idlibê aniyî û li Cindirêsê bicih kirî ye.

Piştî bûyerê li nava Cindirêsê bi wesayîtan cenazeyê Ehmed hat gerandin û hêrsa li dijî hovîtiyê hebû.

Çeteyan 5 welatî li Efrînê revandin

Li aliyekî din, Efrîn NEWS 24 ragihand ku Polîsên Leşkerî yên dewleta Tirk welatiyê bi navê Cîhad Elî ji Cindirêsê bi hinceta berê bi Rêvberiya Xweser re dixebitî revandine.

Girêdayî heman mijarê jî, Polîsan 4 welatiyên ji Helebê ku bi xwe ji Cindirêsê ne dema ku dixwestin sînorê Sûrî-Tirkiyê derbas bikin revand.

Navên kesên hatine revandin jî wiha ne:

Mehmûd Hemam, Lazgîn Mihemedm, Ehmed Mihemed û Rêber Seydo.

Çeteyan li Efrînê 163 dar birîn

Talankirina xwezaya Efrînê jî li ser destê çeteyan didome.

Efrîn News diyar kir ku çeteyên navê Rîcal El Herb li xwe dikin 163 dar li deverên cuda yên li Efrînê birîne.

Di nava Çile û Sibatê de li Efrînê 8 kes hatin kuştin, 77 jî hatin revandin

Di nava herdu mehên despêka salê yên derbasbûyî de, li nava Efrîn a dagirkirî û navçeyên wê 8 kes li ser destê çeteyên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.

Her wiha jin û zarok di nav de, 77 kes hatin revandin.

Li kêleka vê, 800 dar jî hatine birîn.

Back to top button