Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên terorê û madeyên narkotîk eşkere kir:
Li gorî wê di 2023’yan de, şaneyên DAIŞ’ê, istîxbarata Tirkiye û komên girêdayî hikumeta Şamê jî di navê de 92 şane ji hev hatinexistin.
Di çarçoveya operasyonên madeyên narkotîk de jî 3 hezar 300 kes hatine girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya operasyonên xwe yên sala 2023’ê eşkere kir.
Di bîlançoyê de operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, istîxbarata Tirkiye û komên girêdayî hikumeta Şamê eşkere dibe.
Asayîş: 92 Şane ji hev hatine xistin
Hêzên ewlekariyê li ser malpera xwe ev agahî parve kir:
“Di 2023’yan de, 92 şane ji hev hatinexistin.
Ji wan 19 şane yên istîxbarata dewleta Tirk a dagirkere.
43 yên çeteyên DAIŞ’ê, 14 yên komên girêdayî hikumeta Şamê û 4 jî yên şaneyên çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê ne.
289 çete hatine girtin.
121 madeyên teqemeniyê hatin betalkirin.”
3 Hezar û 300 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin
Her wiha Asayîşê bi daxuyaniyeke cuda bîlançoya 2023’yan a têkoşîna li dijî madeyên narkotîk jî weşand.
Di bîlançoyê, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna li dijî Madeyên narkotîk de ev agahî hate parve kirin:
“Hezar û 946 dosyayên têkildarî madeyên hişbir hatine vekirin
3 hezar 300 kes bi sûcê bazirganî, bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir hatin girtin.
Her wiha gelek madeyên narkotîk hatine girtin.”