QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in ti şervanên me şehîd nebûne

Dewleta Tirk a dagirker careke din îdia kir ku wan 7 şervanên QSD’ê şehîd xistine. QSD’ê bi daxuyaniyekê ev nûçe derewand û got, Ti şervanên me şehîd nebûne.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk careke din nûçeyeke derew weşand û îdia kir ku wan li Efrînê 7 şervanên QSD’ê şehîd xistine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), têkîldarî vê yekê daxuyaniyek da û wiha got,

“Îro jî Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker di daxuyaniya xwe ya îro de îdia kir ku li herêma Efrînê ku di bin dagirkeriya wan de ye, hêzên me dema ku hewl dane êrîş bikin, 7 şervanên me şehîd xistine.

Îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ji rastiyê dûr e.

Ji ber ku li vê herêmê hêzên me tune ye.”

Back to top button