Şêniyên Şêrawa ya Efrînê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Li Dêrikê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê yekemîn çalakiya xwe ya bi armanca azadiya Rêber Apo li dar xist.
Xelkê Şêrewayê jî li dijî tecrîdê meşiyan.
Her wiha Zarokên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecîda li ser Rêber Apo şermezar kirin
Di heman demê de Meclisa Gel a taxa Zorava ya Şamê têkildarî tecrîdê civînek li dar xistin.

Şêniyên gundên dorpêçkirî yên Şêrawayê ya Efrînê jî li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meş ji pêşiya meclîsa Gundê Birc Qasê destpê kir û li ber dibistana Gund veguherî mîtingê.

Di meşê de li ser navê meclîsa navçeya Şêrewa Hesen Silêman û li ser navê desteya perwerde û hindekariya kontona Efrîn û Şehbayê Sozdar Silêman axivîn.

Di axaftinan de wiha hat gotin:

Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê hemû gelan e. Lewma niha di bin tecrîda girankirî de ye.

Divê em jî asta têkoşîn û berxwedana xwe hîn zêdetir bikin.

Back to top button