Dêrezor-Bi pirojeyên enerjiya rojê, piştgiriya çandiniya avdanê tê kirin

Sûdên Enerjiya rojê, gelekin.
Ji bo gelek pirsgirêkan dibin riya çareseriyê.
Nexasim binesasiya herêmê bû hedefa êrişan û aloziya Ceyranê derket.
Ji bo wê, rêveberiya xwser ji bo paşkirina rewşa çandiniya Avî, pirojeyên Enerjiya rojê, kirine meryetê.

Ji bo berferehkirina çandiniya avî û piştgiriya cotkaran Rêvebriya Xweser di nava hewildanan de ye.

Ev rûbara erdê li Kantona Dêrazorê ye.

Rêveberiya Xweser a Kantona Dêrezorê hewl dide bi projeyên enerjiya rojê, piştgiriya sektora çandiniya avdanê bike.

Her weha ji bo ku stasyonên avdanê bi enerjiya rojê dabîn bike, li bajarokê Hecîn yê li rojhilatê Dêrazorê dest bi danîna 10 hezar donim ji du komeleyan re kir.

Çar makîneyên dîzil û makîneyek volt ji nûve çêkirin.

8 depên enerjiya rojê di navber Til El Ceabî de hene, ev heşt dep du dînamoyan pêdixe.

Her wiha sûrek ji bo cihê sereke ya avê hate danîn û dîwarek ji bo derbasbûna avê jî hate avakirin.

Armanca projeyê piştgirîkirina cotkarên avî yên komeleyên El-Wesil û تل الجعابي Til El-Ceabî e.

Rûbera zeviyên çandiniyê di her du komeleyan de 16 hezar û 800 donim e.

Ji bo avdanê jî, ew xwe dispêre pompeyên mazotê ku avê ji çemê Firatê vediguhêze.

Piştî ku depên enerjeya rojê hatin danîn rûbera erdên çandinyê firehtir bû.

Vê projeyê gelek bar li ser cotkaran sivik kir.

Cotkarê ku di du rojan û sê rojan de avdana erdê xwe diqedand, niha di rojekê de diqedîne, rewş gelekî baş bûye.

Bi dabînkirina enerjiya alternatîf bi rêya pergalên enerjiya rojê, cotkar dê ji lêçûnên mezin ên ji bo peydakirina sotemeniyê xilas bike.

Back to top button