Li Efrînê 5 welatî hatin revandin

Di çarçoveya rêzesûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî şêniyên Efrînê de, çeteyan 5 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê Kurd ê bi navê Cîhad Elî (38) ê ji gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.

Cîhad berî 2 mehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ji Tirkiyê ber bi Efrînê ve hat dersînorkirin.

Her wiha li Efrînê çeteyan 4 welatiyên din ku ji Helebê hatibûn da ku derbasî Tirkiyê bibin, bi rêya qaçaxciyekî ji Idlibê hat revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku welatiyên revandî Mehmûd Hemahim (40) ji Helebê, welatiyên din jî Kurd in ji Cindirêsê ne.

Piştî revandina wan çeteyan wan radestî Polîsa Lîşkerî kirin.

Li Efrîna dagirkirî di hefteyekê de 16 welatî hatin revandin

Back to top button