DEM Partî ji bo serkeftinê xebatên xwe didomîne

Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatimogullari li navçeya Pirsûs a Rihayê, Tuncer Bakirhan jî li Betlîsê bi gel re civiyan.
Tuncer Bakirhan bal kişande li ser xîzaniya din encama dijminatiya li hemberî Kurdan de derketiye holê û got; “Desthilat ji bo li ser serê xelkê Rojava bibarînin pereyan didin bombeyan.”
Bakirhan bang li her kesî kir ku eger hun nexwazin li Rojava û Başûr zarok û sivîl bên kuştin divê helwesta pêwîst nîşan bidin.

Ji hilbijartina şaredariyan yên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê re 20 roj man.

Di vê çarçoveyê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî tax bi tax, gund bi gund bi gel re dicive û hevdîtin vedugerin mitîngê.

Hevseroka giştî Tulay Hatimogullari li navçeya Pirsûs a Rihayê bû

Şandeya DEM Parti a tevî Hevseroka giştî Tulay Hatimogullari îro li navçeya Pirsûs a Rihayê bi gel re hate bahev.

Şande kulîlkan hatin pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyeke dirêj a wesayîtan derbasî navçeyê bûn.

Tulay li pêşiya buroya hilbijartinê ji hêla girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin.

Tulay Hatimogullari: Her dengê ji ampûlê re tê dayîn ji bo MHP’ê diçe

Li wir Tulay bal kişand ser tifaqa AKP-MHP’ê û ev bang kir:

“Divê çi kurd dengê xwe nedin AKP’ê. Her dengê ji ampûlê re tê dayîn ji bo MHP’ê diçe.”

Hevdîtin bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.

Tulay Hatîmogûllari û şandeyê paşê berê xwe dan navçeya Bêrecûk a Rihayê.

Di hevdîtina bi girseyî ya li wir de jî Tulay hatimogullari got, em ê di 31’ê Adarê de li vir govenda serkeftinê bigerînin

Hevserokê giştî Tuncer bakirhan li Beblîsê bi gel re civiya

Her wiha Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan ê doh derbasî Bedlîsê bûbû îro hevdîtinên xwe domandin.

Di saetên serê sibehê de şandeya tevî Bakirhan serdana bajarokê Pirsus û navçeya Xelatê ya Bedlîsê kirin
Piştre jî derbasî navenda Bedlîsê bûn û bi coşe hate pêşwazîkirin.

“Ji bo li ser serê xelkê Rojava bibarînin pereyan didin bombeyan”

Bakirhan, li wê derê bal kişande li ser xizaniya din encama dijminatiya desthilatê a li hemberî Kurdan de derketiye holê û got;

“Ji bo li ser serê xelkê Rojava bibarînin pereyan didin bombeyan lê ji bo teqawidan pere nîne.

Bi 3 trîlyon dolarên ku ev 40 sal in hûn ji bo kurd bi zimanê xwe neaxivin xerckirî re dikare sê Tirkiyên nû ava kiriban.

Lê belê ji ber ku dijminên kurdan e, hemû bûdçeyê ji bo tank û topan vediqetînin.

“Ji bo top û bombe li ser serê Kurdan neyên barîn helwesta pêwîst nîşan bidin”

Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan bang li her kesî kir ku eger hûn nexwazîn top û bombe li ser serê kurdan bibarin û li Rojava û Başûr zarok û sivîl bên kuştin helwesta pêwîst nîşan bidin.

Şandeya DEM Partî li gundên Rihayê bi gel re civiya

Back to top button