Çalakiya girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê di roja 106. De ye

Çalakiya grev birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker di roja 106’an de ye.
Her wiha çalakiyên Nobeta Edaletê jî ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpêkirine bi biryardarî didome.
Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar ê li Mêrdînê serdana Nobeta Edaletê kir got: “Dema deriyên Îmraliyê vebûn wê rêya aştiyê jî vebe.”

106 rojin girtiyên siyasî li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker di greva birçîbûnê de ne.

Dîlgirtiyên azadiyê di çalakiyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd dikin.

Nobeta Edaletê: Divê têkoşîn mezintir bibe

Her wiha çalakiyên Nobeta Edaletê jî ku li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê destpêkirine bi biryardarî didome.

Yek ji devera çalakiyê paytexta Kurdistanê, Amed e.

Çalakgran îro careke din berxwedana girtiya silav kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Li Êlihê jî gelek kesan serdana nobetê kirin.

Kesên tev li nobetê bûn qala girîngiya yekitiya netewî kirin û ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

Devereke din a cihê çalakiyê jî bajarê Wan ê ye.

Îro Parlamentera DEM Partî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek malbatên girtiyan li cihê çalakiyê amade bûn.

“Divê tecrîd bi dawî bibe û jiyaneke azad were avakirin”

Gulcan Kaçmaz diyar kir ku yekane navnîşana çareseriya pirsgirêkên civakî li Girava Îmraliyê ye û got:

“Dayikên me ji bo ev tecrîd rabe û pirsgirêka kurd çareser bibe destê xwe danîne bin kevir.

Divê em jî erkê ku dikeve ser milê me bi cîh bînin.

Divê tecrîd bi dawî bibe, li Kurdistan û Tirkiyê jiyaneke azad were avakirin.”

Bi heman awayî li Mêrdîn û Îzmîrê jî çalakgeran piştgiriya xwe ya bi girtiyên zindana re ragihandin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Sancar: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin wê rêya aştiyê jî vebe

Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li Mêrdînê ye serdana Nobeta Edaletê kir.

Mîthat Sancar diyar kir ku ew piştgiriya Nobeta Edaletê dikin û got:

“Heta ku çareserî pêk neyê aştî nabe.

Ji ber vê divê tecrîd were rakirin.

Lewma ked û hewldana we gelek girîng e.

Nobeta Edaletê: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka gelan e

Back to top button