Sibe salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya li Qamişlo ye.
Bi vê boneyê TEV-DEM û PYD’ê bi daxuyaniyên cuda diyarkirin ku Serhildana 12’ê Adarê şovenîzm û rastiya nijadperestiya rejîma Baasê nîşan da.
Li Helebê jî semîner û daxuyanî hatin dayîn.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî bi heman boneyê daxuyaniyek da.
PYD’ê daxuyakirin Serhildana 12’ê Adarê ne rewşeke tevliheviyê mîna ku rêjîma Şamê îdîa dike û wiha pê de çû:
“Di encama vê serhildanê de 40 kes şehîd bûn, bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan Kurd jî ji aliyê saziya ewlehiyê ya Sûriyê ve hatin girtin û êşkence li wan hat kirin.”
PYD’ê di dewamê de diyar kir ku rêya çareserkirina aloziya Sûriyê pêkanîna 2254’an e û li ser pergala Rêveberiya Xweser jî û hate gotin:
“Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nimûneyeke girîng e ku armancên wê pêkanîna aramî û aştiyê ya li herêmê û Sûriyê ye.”
Li Helebê çalakiyên bû serhildana 12’ê Adarê pêk hatin
PYD’a Helebê jî bi beşdariya şênî û endamên saziyên sivîl daxuyaniyek da û got:
“Dixwestin di navbera Kurd û Ereban de fitneyekê derbixin, lê biserneketin.
Niha jî hewldanê vê yekê tê kirin, lê pêkhateyên herêmê bi hevgirtin û îradeya xwe hemû planên qirêj vala derxistin.”
https://drive.google.com/file/d/1Ectc9laQDnJEV8GyjAkGrIHjzpT3l04j/view
Cardin li Helebê têkildarî serhildanê semînerek hate dayîn.
Di semînerê de gelek axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku bi saya Serhildana Qamişlo, projeya demokratîk li herêmê pêk hat.”
TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê Şovenîzm û Nîjadperestiya Baasê eşkere kir