Nobeta Edaletê: Pirsgirêka Kurd pirsgirêka gelan e

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker dane destpêkirin di roja 105’an de ye.
Her wiha çalakiyên Nobeta Edaletê jî bi biryardarî dewam dike.
Çalakvanan îro careke din banga azadiya Rêber Apo kirin û gotin: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka gelan e û ji bo çareseriya wê divê tecrîd bidawî bibe.”

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker dane destpêkirin di roja 105’an de ye.

Dîlgirtiyên azadiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi çalakiyê kirine di daxwazên xwe de bi îsrarin.

Her wiha hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê jî bi biryardariyeke mezin didome.

Çalakiya li Wanê îro di roja 94’an de ye.

Xizmên girtiyan careke din diyar kirin heta ku Rêber Apo azad nebe û pirsgirêka kurd çareser nebe wê têkoşîna xwe bidomînin.

Li paytexta Kudistanê Amedê jî di roja 97’an ya çalakiyê de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û endam û rêveberên Şaxa KESK’ê ya Amedê serdana çalakvanan kirin.

Ji çalakvanan Meryem Soylu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêka gellan e.

Ayfer Koçak jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got:

“Tecrîd, weke pêvajoyeke bandorê li jiyana me dike tê domandin.

Her çend ku li girtîgehan di meriyetê de be jî niha bandoreke mezin li ser kedkaran jî dike.”

Her wiha li Êlihê jî gelek kesan serdana çalakiyê kirin û piştgiriya xwe ya bi çalakiyê re ragihandin.

Greva birçîbûnê di di roja 105’an de didome

Back to top button