Artêşa Amerîka: Me li 28 balafirên bêmirov yên Husiyan xist

Artêşa Amerîkayê ragihand wan li Yemenê li 28 balafirên bê mirov yên Husiyan xistin.

Êrişên hêzên ku Amerîka serkêşiya wan dike û êrişên Husiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike li dijî hev didome.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan li Yemenê li 28 balairên bê mirov yên Husiyan xistin.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin wan û hêzên koalîsyonê di seetên sere sibê de êrişên Husiyan têk birine.

Hate diyar kirin di buyerê de ti ziyanek li keştiyên Amerîka û Koalîsyonê û keştiyên bazirganiyê nebuye.

Husiyan li Yemenê li dijî keştiyekî êrîş pêk anî

Back to top button