Di êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê de 5 endamên din yên Hizbullahê hatin kuştin.
Ji 8’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên Îsraîlê û Hizbullaha Libnanê ên li dijî hev jî didome.
Hat ragihandin di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê de 5 endamên din ên Hîzbûllahê hatin kuştin 9 jî birîndar bûn.
Hîzbûllah jî weke bersiva van êrîşan ragihand ku roja Yekşemê wan bi dehan roket avêtin bajarokekî bakurê Îsraîlê.
Hejmara endamên Hîzbûllahê yên ku heta niha hatine kuştin derket 241’an.