Di şerê li Xezayê de 85 kesên din hatin kuştin

Di şerê Xezayê de bi kuştina 85 kesên din re, hejmara kuştiyan derket 31 hezar 45’an.
Hemasê eşkere kir şer rê li ber 30 mîlyar dolar ziyanê vekir û ji sedî 80 bajêr hilweşiya.

Di roja 156’an ya şerê li Xezayê de hejmara miriyan 31 hezar derbas kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê bîlançoya şer ya dawî eşkere kir.

Wezaretê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de 85 kesên din di êrişên hêzên Îsraîlê de hatin kuştin, 130 kes jî birîndar bûn.

Hejmara miriyan a li Xezayê derket 31 hezar 45 kesan

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê hatin kuştin derket 31 hezar 45’an ya birîndaran jî bû 72 hezar 654.

Hemas: Ziyana şer 30 mîlyar dolar e, ji sedî 80 avahiyên Xezayê hilweşiyan

Hemasê jî têkildarî ziyana ku heta niha ji ber şer çêbuye daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Hemasê şerê Xezayê rê li ber 30 mîlyar dolar ziyanê vekir û ji sedî 80 avahiyên bajêr jî hilweşiyan.

Di şerê li Xezayê de 82 kesên din mirin

Back to top button